Kongra Gel: Dem dema geşkirina berxwedana azadiyê ye

Hevserokatiya Dîwana Kongreya Gel diyar kir ku heta rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê têk neçe, çareserî û azadî pêk nayê.
Kongreya Gel dazanîn ku li hember faşîzmê tenê berxwedanên zindanan têrê nake. divê Bakûr, Başûr, Rojava, Rojhilat li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bilintir bikin.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê destpêkiriye mehek li pêş xwe hîşt.

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL bi daxuyaniyekî berxwedana zîndanan silav kir û got:

“Ji destpêka Tekoşîna Azadiyê heta niha girtiyên azadiyê di demên herî tarî de li dijî faşîzmê têkoşiyan û pêşiya gel û tevgerê vekirin.
Di dema derbasbûyî de dîsa li zindanan bi pêşengtiya birêz Leyla Guven, berxwedana hate kirin û encam hate standin.
Niha jî berxwedanên zindanan pêşengtiya pêvajoyê dike.”

Kongra Gel: Ji bo serketinê berxwedan divê bê mezinkirin

Kongra Gel çalakiya gireva birçîbûnê ya dayîkên Mexmûrê jî silav kir û da zanîn ku di çarçoveya pêngava dem dema azadiyê de wê di sala nû de berxwedan bi ser bikeve.

Kongreya Gel destnîşankir ku ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye, êrîşî herderê dike û wiha dewam kir;

“Li hember faşîzmê tenê berxwedanên zindanan têrê nake. divê Bakûr, Başûr, Rojava, Rojhilat li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bilintir bikin.”

Kongra Gel: Heta faşîzm têk neçe çareserî û azadî pêk nayê

Kongra Gel balkişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî got:

“Pêwîst e gelên Kurdistanê baş zanibe heta ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk neçe, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê me çareserî û azadî pêk nayê.
Ji ber vê jî divê çar beşên kurdistanê bi rihê yekîtiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe bidin.
Di vê dema têkçûna faşîzmê de kî alîkarî û xizmeta dewleta Tirk bike wê gelê kurd û dîrok wan efû neke.
Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd yê herî mezin e, xizmeta dewleta faşîst ji bo partiyên Kurd pêwîst e bibe xetta sor.”

Kongra Gel: Kî çi ji destê wî tê divê niha bike

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel di dawî de diyar kir ku êdî dema azadiya gelê Kurd hatiye destnîşankir kî çi ji destê wî tê pêwîst e niha bike nehêle sibê û derveyî serketinê tiştekî qebûl neke.

Back to top button