Li dijî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiyên jinan ên li bakur û rojhilatê Sûrî dewam dikin.
Kongra Star a şaxê Hesekê, Weqfa Jina Azad a Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyên cuda girtina Leyla Guven şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî van kirinan bêdeng nemînin.
Biryara girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven rastî bertekên tund ên tevgerên jinan ên demokratîk ên li Kurdistanê û derveyî welêt hat.
Kongra Star a Bajarê Hesekê di vê derbarê de daxuyaniyek da û girtina Leyla Guven bi tundî şermezar kir.
Kongra Star destnîşankir ku hikumeta Tirk rojane li dijî jinên Kurd û li pêş çavên cîhanê binpêkirinan pêk tîne.
Kongra Star bang li civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kirinan bêdeng nemînin.
”Dewleta Tirk dixwaze vîna jinên têkoşer bişkîne”
Weqfa Jina Azad a Sûriyê ya şaxê herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê girtina Leyla Guven şemrezar kir û got,
”Ev yek siyasetên zordariyê yên hikumeta Tirk li dijî jinan nîşan dide.”
Jinan diyar kir ku bi van kiryaran dixwazin vîna jinên têkoşer û azad ku banga edalet, wekhevî û demokrasiyê dikin bişikînin.
Meclisa malbatên şehîdan girtina leyla şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û siyasetên hovane yên dewleta Tirk şermezar kir.
Meclisê destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê piştgiriya Leyla Guven dike.
Meclisê bang li rêxistinên hiqûqî û parêzvanên azadiyê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.