Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê zextên li dijî jinan

Rêvebera Komaleya Jin a Rosayê Parêzer Elîf Dîrenç Îpek diyar kir ku li dijî hemû cûre êrîşên li ser jinan ewê di sala 2021’an de têkoşîna xwe bilintir bikin. Elîf Îpek diyar kir ku ger ku ne tenê komale, emê têkoşîna xwe li mal, derve herderê bidomînin.

Sala 2020’an li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye ji bo jinan salekeke tije têkoşîn derbas bû.

Derbarê têkoşîna jinan de Rêvebera Komaleya Jin a Rosayê Parêzer Elîf Dîrenç Îpek axivî.

Rêvebera Komeleya Rosa diyar kir ku di sala 2020’an de li dijî jinên li Tirkiyê herî zêde tundiya ku bingeha xwe ji dewletê digre derket pêş.

Elîf Dîrenç balkişand li ser şerê taybet ê dewleta tirk û got.

Jina Ciwan a Kurd Gulistan ku bi destê dewletê li Dersîmê hate wendakirin hîn jî nehatiye dîtin.

Peymana Stenbolê û peymana ku dewleta Tirk dixwaze girtiyên destirêjiyê zaroka kirine berdin, rojevên serekeyên jinan ê sala 2020’an bû.

Li hember van hewildanên dewletê, jinan jî têkoşînek mezin meşandin û wê bimeşînin.”

Endama Komaleya Rosa: Jin bi hev re bihêzin

Parêzer Elîf Dîrenç di nirxandinên xwe de diyar kir ku jinan bi slgona “Em bi hev re bi hêzin” tevgeriyan û bi vê sloganê jî serketin. Taybet jî di têkoşîna ji bo peymana stenbolê de.

Elîf Dîrneç Îpek diyar kir ku sala 2020 li hemberê polîtîkayên destdirêjiyê, tundiyê, girtinê bû sala teqîna hêrsê.

Endama Komaleya Rosa: Di salekê de 86 hevalên me hatin binçavkirin

Elîf balkişand li ser zext, tundî girtina jin û saziyên wan û ev tişt anî ziman;

“Taybet jî li Amedê li gelek bajêran 86 endamên Komaleya Jinan a Rosa hatin binçavkirin hinek ji wan hatin girtin.

Di pêvajoya coronayê de zext, êrîş tundî lihemberê jinan, taybet jî jinên ku li mal diman 3 qat zêde bû. ”

“Ne tenê li komaleyê, emê têkoşîna xwe li her derê bidomînin”

Ji ber ku hevalên me li dijî vê derketin 12 hevalên me hatin binçavkirin.

Rêvebera Komaleya Jin a Rosayê Parêzer Elîf Dîrenç diyar kir ku ew wek jin li dijî polîtîkayên ku dixwazin pergala komaleyê têkbibin bi hev re têbikoşin û got:

“Niha li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jin piranî di bin Komaleyan de xwe rêxistin kirine.

Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi derxistina qanûnekî ve dixwaze qeyûman bavêje komeleyê me. Em wek jin li hember vê hişmendiyê heta dawî têbikoşin.

Ger ku ne komale be, em li mal, derve her derê têbikoşin.”

Back to top button