Vê sibê, artêşa Îsraîlî bi mûşekan êrîşî hinek deverên Xezzayê kir.
Artêşa Îsraîlê bi daxuaniyekê ragihand ku, Înê 2 mûşek ji aliyê Xezzayê ve hatin berdan û parastina wan ew mûşek anîn xwarê û weke bersiv wan ev êrîş pêk anî.
Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlî devereke berhemdayîna mûşekan û devereke din a leşkerî ya Tevgera Hemasê kirin armanc.
Ev zedeyî mehekê ye, ti êrîş ji aliyê Xezzayê ve pêk nehatibû.