Koçberên li kampa Lipa di nava metirsiya Corona û zivistanê de ne

Li kampa Lipa ya koçberan a Bosnayê ku roja çarçemê agir pê ketibû, rewşa koçberan di nava metirsiya vîrûsa Corona û şert û mercên zivistanê ya zehmet de ye.

Li kampa Lipa ya li Kantona Una-Sana ya Bosnayê hezar û 300 koçber diman.

Kampa ku ji bo şert û mercên havînê re hatî amadekirin bi hatina zivistanê re ne karî koçberan biparêze.

Di şewata roja çarşemê de piraniya kampê şewitî bû û koçber li ber sermayê mabûn.

Bi derbasbûna 3 rojan re jî heta niha ti xebatek berbiçav ji bo koçberan nehat kirin.

Koçberên ji ber sermayê xwe diparêzin metirsiya vîrûsa Corona ya ku Ewropa ji hev xistiye ji bîr kirine.

Koçberên ku birçî û di nava sermayê de ne, bi himbêzkirina beteniya xwere sînordar mane.

Back to top button