Koma Konferansa Nîştîmanî: Ger pirsgirêk çareser nebe wê gel dakeve qadan

Koma Koferansa Nîştimanî ragihand ku PKK û PDK jî di nav de, ew bi gelek aliyên siyasî re rûniştine. Komê daxuyakirin ku hemû aliyên siyasî dijî şerê navxweyî xwedî helwestek erênî bûn. Her wiha hate gotin ku eger aloziya nav-xweyî kûrtir bibe, wê gel dakeve qadan.

Koma Konferansa Nîştimanî ya Kurdistanê ev demeke ji bo pêşî rûdanên şerê navxweyî bigre li Başûrê Kurdistanê di nav hewildanan de ye.

Koma Konferansa Nîştîmanî ya Kurdistanê ji bo xebatên xwe îro daxuyaniyek da..

Komê diyar kir ku di demek ku rojhilata navîn ji nûve tê dîzayn kirin û firsendekî mezin ketiye destê gelê kurd, şerê navxweyî nayê qebûl kirin.

Koma Nîştîmanî dazanîn ku ger şerekî navxweyî biqewime kurd wê sadsala 21. jî wenda bikin. Ger pirsgirêk çareser nebe wê gel dakeve qadan.

Koma Konferansa Nîştîmanî: Divê PKK û PDK pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin

Komê ragihand ku ji bo kurd careke din wenda nekin wan wek erkekî nîştîmanî him serdana PKK’ê him jî ya PDK’ê kirine da ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Koma Konferansa Nîştîmanî diyar kir ku helwesta aliyan erênî bû û got:

“Taybet jî KCK bi awayekî germ pêşwazî li bangawaziya me kir û dijberiya xwe ya dijî şer ragihand.

KCK’ê diyar kir ku ew naxwazin şer derkeve û alîgirên diyalogê ne.”

“Ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî divê hemû partiyên Kurd bi erka xwe rabin”

Komê diyar kir ku ew derveyê Nifşê Nû û YNK’ê bi hemû partiyên kurd yên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêkanîne û got:

“Li ser rewşa niha ya herêmê, hemû hizbên siyasî divê berpirsyariyên xwe pêkbînin

Erkê siyasî, îdarî, nîştimanî û netewî ji bo çareserkirina pirsgirêka civakî û aliyên siyasî bikarbînin.

Pêwîste hemû pirsgirêk bi diyalogê werin çareser kirin. Ji bo yekîtiya netewî û nîştimanî jî emê karên xwe bidomînin.”

Back to top button