Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê

Greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatî destpêkirin, bi koma 6’emîn di roja 30’î de dewam dike.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de hat destpêkirin dewam dike.

Girtî bi rêya malbatên xwe banga piştevaniya çalakiyê dikin.

Li gel wê jî heta niha ji hêla Wezareta Dadê vê tu pêşketin pêk nehatine.

Jinên girtî yên girtîgeha Alanyayê ji ber greva birçîbûnê derbarê wan de lêpirsin hat destpêkirin û cezayê hucreyê hat dayîn.

Li girtiyên bi navê Nîda Kutlu, Hatîce Çakmak û Şukran Ozer bi buhaneya “Propagandaya rêxistinê kirine” cezayê hucrê hat birîn.

Greva birçîbûnê ya Mexmûrê bi dewirgirtina koma 5’an didome

Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclisa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewrgirtina koma 5’an didome.

Çalakiya jinan di 18’ê kanûnê de hat destpêkirin û du rojan carekê kom diguhere.

Vê carê Koma Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê çalakiya xwe dewrê nûnerên saziyan kirin.

Li ser navê koma 4’em Ronahî Kurhan axivî û got:

“Heta ku rêbertiya me azad nebe emê çalakiya xwe dewam bikin. Em jî tekoşîn û berxwedana hevalên xwe yên zîndanan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwezin.”

Li Başûrê Kurdistanê gelek kesayet û rewşenbîran piştgirî dan kampanyayê

Kampanyaya ji bo azadiya Rêber Ocalan ji aliyê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” ya rewşenbîrên Misrê ve 1’ê Mijdarê hatibû destpêkirin didome.

66 akademîsyen, xwendekar, çalakvan, karmend, hunermend û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî tevlê kampanyayê bûn û îmze dan.

Back to top button