Dagirkeriya Tirk derdora Eyn Îsayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe beriya çend kêliyan, xwaringeha Seqir û rêya M4 ên dikevin rojavayê navçeya Eyn îsayê, her weha gundewarên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên beriya 2 seatan derdora navçeya Eyn Îsayê, Xwaringeha Seqir û rêya M4 ên dikevin rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Dagirkeran, gundên Cehbel û Mişêrfê yên dikevin rojhilhatê navenda navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk gundewarê Til Temirê topbaran kir

Çeteyên dagirker gundê Tewîle yê dikeve başûrê rojavayê navenda navçeya Til Temirê, yê ku li beramberî rêya M4 e, topbaran kir.

Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

Di saetên nîvro de jî, bi awayekî bê serû ber, çeteyan derdora navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kir.

Back to top button