Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Qamişlo

Meşa dirêj a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê vê êvarê gihaşt bajarê Qamişlo.

Meşa ciwanan a bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên, nêzîkatiyên PDK û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser bikevin” 24`ê vê mehê li bajarê Til Temirê dest pê kir.

Meş vê sibehê ji navçeya Amûdê dest pê kir û vê êvarê gihaşt bajarê Qamişloyê.

Şêniyên bajarê Qamişlo li qada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo pêşwaziya ciwanan kirin.

Tê payîn ku meş sibe ji çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo ber bi navçeya Tirbespiyê ve dewam bike.

Back to top button