Hêzên hikûmeta Şamê gundê Fitêra bi moşekan topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê, gundên Idlibê bi dijwarî topbaran kir. Artêşa Tirk ya dagirker jî derbaskirina çekan ji bo Idlibê didomîne.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, vê sibê hêzên hikûmeta Şamê gundê Firtêra bi zêdeyî 45 mûşekî kir armanc.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku duh derengî şevê, hêzên hikûmetê deverên Sifûhin, Filêfil û Kinsefra topbaran kir.

Artêşa Tirk 25 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyeke din jî, Artêşa Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne, duh 25 maşîneyên din ên Leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, heya niha zêdetirî 11 hezar maşîneyên leşkerî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye, derbaskirin.

Artêşa Tirk ji nuqteyeke leşkerî yê din vekişiya

Li aliyekî din, Artêşa dewleta Tirk a dagirker vekişîna xwe ji nuqteyên leşkerî yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de didomîne.

Çavdêriyê ragihand ku wesayîtên nû ji nuqteya El-Toqan a dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê derketin û ber bi baregehên xwe li çiyayê Zawiyê ve çûn.

Duh jî artêşa Tirk 25 maşîneyên din ên Leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Back to top button