DAGIRKERIYA TIRK Û BI PIŞTGIRIYA QETERÊ HEWL DIDE SÎNORÊN EFRÎNÊ BIGUHERÎNE

Dagirkeriya Tirk û bi piştgiriya darayî ya dewleta Qeterê, hewl dide sînoreke nû ji Efrînê re deyne.
Ev rêbaz jî temamkirina siyaseta guhartina demografîk e.
Ev siyaset di nav xwe de talankirin, dizî, derxistina nasnameyan, avakirina baregehên leşkerî û gelek rê û rêbazên din dihewîne.

Dagirkeriya Tirk û bi piştgiriya darayî ya dewleta Qeterê, hewl dide sînoreke nû ji Efrînê re deyne.

Siyaseta ku bi bicihkirina malbatên çeteyên ji Hums, Hema, Dêra Zorê û Şamê li Efrînê dest pê kiriye û bi rêbazên cûr bi cûr dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, hat zanîn ku dagirkeriya Tirk projeya avakirina 20 baregehên leşkerî pêşkêşî şîrketên avakirinê kiriye.

Li gorî çavkaniyan, wê ew baregeh li herêma navbera Kela Sem’anê heya çerxeriya Ezazê werin avakirin.

Her wiha ji bo vê projeyê jî, wê dewleta Qeter 2 milyar lîreyên Sûrî bide dewleta Tirk a dagirker.

Çavdêr dibêjin ku ev proje piştî civîna Sochî ya dawî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de hatibû lidarxistin derket holê.

Beriya vê jî, dagirkeriya Tirk bi rêya meclîsên ku ava kirine, dest bi derxistina nasnameyên nû kir.

Bi vê yekê jî, dewleta Tirk hewl dide hebûna malbatên çeteyan li Efrînê rewa bike.

Di vir de, rastiya ku derdikeve holê ew e:

Yê ku dixwaze û hewl dide xaka Sûriyê perçe bike û li ser vê yekê rê û rêbazan distîne, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Îxwan El-Mislimîn e.

Ji xwe van çeteyan duh peyamek belav kir û tê de piştgiriyê didin dagirkirina dewleta Tirk herêmên bakurê Sûriyê.

Leave a Reply

Back to top button