PAJK: Divê PDK dest ji xiyaneta dîrokî berde û Erdogan xurt neke

PAJK’ê ji PDK xwest ku dest ji xiyaneta dîrokî berde, paşeroja Kurdan nexe nava metirsiyê û dest ji helwesta xwe berde ku rê dide mêtingeriyê.
PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê bi wate û hêja pênase kir ku û teqez kir ku berxwedana li dora rêber Ocalan wê bi ser bikeve.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) debarê hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî de, daxuyaniyeke da û ji PDK’ê xwest ku dest ji xiyaneta dîrokî berde.

PAJK’ê balkişand li ser berxwedan gerîla ku li Garê, Heftanînê li dijî xiyanet û faşîzmê hate nîşandan û teqez kir ku ev berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û pêkanîna azadiyê ye.

PAJK’ê got:

“Hêzên gerîla, têkoşîna azadiyê ya jinan ku tevgera me pêşengiyê jê re dike, paşeroja ronî ya jinan û gelan hemûyan temsîl dikin.
Divê PDK dest ji vê xiyaneta dîrokî berde, êdî rejîma Erdogan a faşîst xurt neke, paşeroja Kurdan bi taybetî ya Başûr bes bixe nava metirsiyê û dest ji helwesta xwe berde ku rê dide mêtingeriyê. Pêwîste di vê pêvajoya dîrokî de her kes bi berpirsyarî tevbigere û têkoşîna ji bo paşeroja azad a gelê Kurd bilind bike.”

PAJK’ê soza têkoşîna bi serketinê tacîdarkirin da û bang li jin û ciwanên Kurdistanî kir ku di vê pêvajoya krîtîk de çalakiyên xwe bi rengê ku rê nade faşîzm û xiyanetê herdemî bikin û pêşengiyê ji pêngavê re bikin.

PAJK: Berxwedana li dora Rêber Apo wê bi ser bikeve

PAJK’ê îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê ku meheke bi biryardariyeke mezin dewam dike kir û ji ber rastiya zindanê veguherandine qada mezin a berxwedanê, çalakî bi wate û hêja pênase kir û wiha hat gotin,

“Çalakiyên azadiyê yên li derve-girtîgehê, li çiyê û bajaran, wê Rêberê me, jinan û gelê Kurd azad bikin, wê faşîzmê ji holê rakin.
Hêzên faşîst û qirker wê di nava tarîtiya xwe de bi têkoşîna gelê me tune bibin. Dengê ku li dora Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilalta Navîn bilind bû, dengê berxwedanê yê li zindanan bilind bû wê teqez bi ser bikeve.

Back to top button