Wezîrê parastinê yê Tirkiyê serdana Lîbyayê kir

Piştî daxuyaniyên fermandarê giştî yê Artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ku banga derketina dewleta Tirk û çeteyên xwe ji xaka Lîbyayê, şandeya Tirkî bi serkêşiya wezîrê parastinê Xilûsî Akar, serdana Lîbyayê kir.
Dewleta Tirk hewl dide careke din çeteyên xwe kom bike û li dijî artêşa niştimanî, êrîşekê pêk bîne.

Duh wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Xilûsî Akar li ser serê şandeyeke ewlekarî-leşkerî, serdana Lîbyayê kir.

Serdana Akar, piştî daxuyaniyên fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, ku banga derxistina hêzên Tirkî ji Lîbyayê kiribû, pêk hat.

Hefter, bang li hemû hêzên li Lîbyayê kiribû ku berê tivingên xwe bidin Tirkiyê.

Li gorî çavkaniyan, şandeya bi Akar re, ji serokê Mîta Tirk Hakan Fîdan, serokerkanê artêşa Tirkiye Yaşar Guler û gelek fermandarên artêşê pêk hat.

Çavkaniyan eşkere kir ku şandeya Tirkî wê bi serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El-Mişerî, wezîrê Parastina hikumeta Wîfaqê Selahedîn Nemrûş û wezîrê Hindirîn Fethî Paşaxa re bicive.

Piştî parçebûna di nava çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê de, Erdogan hewil dide wan li hev kom bike û êrîşekê li dijî Artêşa Niştimanî amade dike.

Di heman demê de, piştî serdana wezîrê Hindirîn ê Hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa bo Parîsê, têkiliya di navbera wî û Tirkiyê de xirab bûye.

Paşaxa, dawiya Mijdara borî, ji bo ku cihê Serac bigire, 3 rojan li Parîsê mabû û destek ji Fransayê xwestibû.

Vê yekê dewleta Tirk nîgeran kir û ferman da Serac ku desthilatdariya Paşaxa sînordar bike.

Girêdayî heman mijarê, dewleta Tirk, biryara NY ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê binpê dike û bi berdewamî çek û çeteyan ji hikumeta Wîfaqê re dişîne.

Li gorî daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkiye heta niha bêhtirî 20 hezar çeteyên Sûrî, tevî 10 hezar ên ji nasnameyên cuda, şandine Lîbyayê.

Dewleta Tirk dixwaze careke din şerê li Lîbyayê gur bike û temenê aloziyê dirêj bike û hemû hewildanên çareseriya siyasî têk bibe.

Back to top button