Desthilata AKP-MHP’ê wê saziyên sivîl jî desteser bike

Li Tirkiyê pergala Qeyûm Berfireh bû.
Desteserkirina Şaredariyan ne bes bû vê carê jî desthilata AKP-MHP’ê çavberda komale û weqifên muxalif.
Pêşniyarqanûna ku rê li pêş desteserkirina Rêxistin û Saziyên Sivîl vedike li Meclîsê bi dengê AKP û MHP’ê hat qebûlkirin.
Desthilata faşîst a AKP û MHP’ê bi vê qanûnê wê êdî bikaribe hemû saziyên muxalîf desteser bike.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji bo pêşî li têkçûna xwe bigre, bi qanûnan bêqanûniyê dimeşîne.

Erdoganê ku ji aliyê aborî, siyasî û civakî de wenda kiriye ji bo xwe li ser piyan bigre serî li polîtîkayên desteserkirin û Qeyûm daye.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo muxalefeta heyî ya ku xwe li ser komeleyan rêxistin kiriye bêdeng bikin û wan bêbandor bikin, duh li meclîsê qanûnekî desteserkirinê derxistin.

Bi vê qanûnê wê dewleta Tirk qeyûm bavêje li ser hemû komaleyên muxalif.

Ev komaleyên ku dewleta Tirk dixwaze qeyûm bavêje li ser wan jî, hemû komeleyên jinan, karkeran, kurdan û muxalifên Erdogan in.

Qanûna ku hate derxistin jî erka desteserkirinê dan Wezareta Karê Hindir a Tirkiyê. Wezaret kengî bixwaze, wê bikare dest dayîne li ser komale û weqfan.

Wezareta Karên Hundir jî dikare rêveberên komele û weqfan ji wezîfeyê dûr bixe û qeyûm li şûna wan erkdar bike.

Bi vê qanûnê tê payîn ku 600 komele, Rêxistin û Saziyên Sivîl ên muxalîf werin desteserkirin.

Back to top button