Termê ciwanekî ku organên wî hatine dizîn, hat dîtin

Li bajarê Izazê yê dagirkirî, termê ciwanê bi navê Heysem Hac ku organên laşê wî hatibûn dizîn, hat dîtin.

Malbera Efrîn post ragihand ku duh li bajarê Ezazê, termê ciwanê bi navê Hîsem Hac yê ji bajarê Cerablusê ye ku organê laşê wî hatibûn dizîn, hat dîtin.

Bi vê yeke, tê teqezkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan hemû kirinên dermirovahî pêk tînin.

Berya demek jî, hin çavkanî bi reya raporan eşkerekiribûn ku li deverên ku di bin dest dagirkeriya Tirkiyê deye, bazarganiyê bi organên mirovan tê kirin.

Back to top button