Dagirkeran jineke Ereb li Efrînê kuşt

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkerî, jineke ji eşîra El-Umeyrat a Ereb revand û piştre ew kuştin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku çeteyên Tirkiyê, jina bi navê Nadira Dermûş bi tewanên ne rast ji mala wê ya li Taxa Efrîna kevn revandin.

Li gorî rêxistinê, çeteyan fermanên îstixbarata Tirkiyê bi cih anîn, ji lewre Nadira revandin û piştre ew derbasî Tirkiyê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyan, Nadira Dermûş bi hovîtî kuştin û paşê, cenazeyê wê avêtin ser rêyeke nêzî navenda çeteyan a li heman taxê.

Çeteyan mal û milkên Nadira tev jî desteser kirin.

Back to top button