Dagirkeran ji navenda Efrîn û Şiyê sê sivîl revandin

Dagirkeran 3 sivîl jî li Efrînê û Şiyê jî revandin. Li gel wê zêdeyî hezar darên zeytûnê jî li Mabata û Bilbilê birîn.

Di vê çarçoveyê de çeteyan li navçeya Şiyê du şêniyên bi navê Neşet Hec Ibrahîm Şêxo û birayê wî Sidqî revandin.

Hat zanîn ku her du sivîl bi giranî hatin êşkencekirin, ji bo berdan wan jî çeteyan ji her girtiyekî 800 dolar standin.

Li navenda Efînê jî çeteyan şêniyê bi navê Riyad Abo Kaiwd revand û terktora wî jî destser kirin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakur Sûrî eşker kir ku ji dsetpêka vê mehê, navên 125 sivîl ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê revandine, belge kirin.

Dagirkeran li navçeyên Mabata û Bilbilê zêdetrî hezar darên zeytûnê birîn

Li aliyê din, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî xwezaya Efrînê jî didomîne.

Li navçeya Mabata, çeteyan nêzî 900 darên zeytûnê birîn.

Çeteyan 300 dar yên şêniyê bi navê Mihemed Şêx Hemûd û 600 darên zeytûnê yên Ehmed Kêfo birîn.

Li gundê Bêlêh yê navçeya Bilibilê, çeteyan 130 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Hesen Mistefa birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê -Sûrî, ji destpêka dagirkirina Efrînê çeteyan zêdeyî 300 hezar darên zeytûnê birîn û 15 hezar dar hatin şewitandin.

Back to top button