Koma 7’an çalakî dewr girt û di doja 31’ê de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin koma 7’emîn dewr girt û di roja 31’ê de berdewam dike. Çalakiya piştgiriya berxwedana li zîndanan a li Mexmûrê jî dewam dike.

Şîvekar Ataş ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê cihê xwe di nava koma 3’emîn de girt. Bi rêya malbata xwe peyamek şand û got:

“Heta ku rêberê me azad bibe û binpêkirinên mafan li girtîgehan bi dawî bibin em ê çalakiya xwe bidomînin.

Eger hûn dixwazin sala 2021’ê em sax bin, wê demê xwedî li greva birçîbûnê derkevin.”

Li Mexmûrê çalakiya piştgiriya girtiyan didome

Li Mexmûrê jî çalakiya piştgiriya greven birçîbûnê didome.

Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin:

Bi saya rêbertî em bûne xwedî zanîn. Heta ku em agahiyekê ji rêberê xwe negirin em ê çalakiyên xwe bidomînin û hîn xurtir bikin.

Back to top button