PERWÎN BULDAN LI CIZÎRÊ DEST BI MÎTÎNGA HILBIJARTINÊ KIR

Di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de îro HDP’ê dest bi mîtîngên ku wê mehekê dewam bikin kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Cizîrê û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî li Qersê dest bi mîtîngên hilbijartinê kirin.
Hevserokên HDP’ê di roja despêkê ya mîtîngan de bi kêfxweşî û bi coş ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, wê heya mehekê mîtîng û hevdîtinên gel li dar bixe.

HDP’ê îro starta mîtîngên hilbijartina herêmî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê da.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Cizîrê dest bi mîtînga hilbijartinê ya despêkê kir û bi sloganan hat pêşwazîkrin..

BULDAN: QEYÛMÊN HEQARET LI NIRXÊ GELÊ KURD KIRIN EM Ê BIŞÎNIN ENQEREYÊ

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Cizîrê axivî û got:

“Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd dike û îradeya gelê Cizîrê tune dihesibîne, em ê bişînin Enqereyê.

Em ê di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin wan.”

Şandeya HDP’ê bi kêfxweşî ji aliyê gel ve bi slaoganan hat pêşwazîkirin.

Piştî axaftinê Buldan û şandeya pê re derbasî navçeya Hezexê bûn.

SEZAÎ TEMELLÎ: QERS LI HDP’Ê TÊ

Her wiha (HDP), starta mîtîng û hevdinên gel ên hilbijartina herêmî ya li bajarê Qersê jî da.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, bi konvoyek bi dehan wesayîtî li Qersê hat pêşwazikirin.

Sezaî Temellî di xîtaba xwe ya gel de axivî û got;

” Qers li HDP’ê tê. Werin em pirsgirêkên Qersê bi hevre çareser bikin.

Di vê hilbijartinê de, em ê li Qersê qezenc bikin. Qers ya me ye.”

TEMELLÎ: EM Ê DÎGORÊ JI QEYÛMAN PAQIJ BIKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pêre piştî navenda Qersê derbasî Bajarokê Pazarcixê û Navçeya Dîgorê bûn.

Hevserok Sezaî Temellî li ser otobusê xîtabî gel kir û wiha got:

Em ê Dîgorê ji qeyûm paqij bikin.

Qeyûm zilm e, zext e û şidet e.

Wê qeyûm biçin û dîsa HDP were.

Şandeya Hevserokên HDP’ê sibê wê li Navçeya Qaxizman a Qersê û Navçeya Gole ya Erdexanê serdanên xwe bi gel re pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button