DêraZorê…6 sivîl ji ber mayîneke DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Dêra Zorê, 6 sivîl di encama teqîna mayînekê de hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê li gundê El-Zebarî ya li jêr kontrola hêzên hikûmeta Şamê ye, teqiya û 6 sivîl hatin kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka sala 2019’an, ji ber bermahiyên şer, heta niha hejmara kuştiyan, jê 121 zarok, 402 kes hatine kuştin.

Back to top button