Ebdulkerîm Umer: Rêveberiya Xweser hatiye naskirin

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya diplomatîk ve hatiye naskirin, lewma piştî çareseriya aloziya Sûrî wê ji aliyê YE ve bê naskirin û di destûra Sûrî de bê bicihkirin. Umer da zanîn ku ji bo darizandin DAIŞ’ê û dosya malbatên wan jî niha xebat tên kirin.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdulkerîm Umer da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi rêya serdanên şandeyên Ewropî hatiye naskirin.

Tevgera diplomasî bo herêmê zêde bûye û gelek şandeyên Ewropî û Asiyayî serdana herêmê kiriye û projeya Rêveberiya Xweser jî weke nimûneya çareseriya aloziya Sûriyê pênase dikin.

Her çi qas li ser kaxezan tiştekî fermî tune be jî, lê ev serdanên navdewletî bixwe, nîşaneya naskirina Rêveberiyê ye..

Ebdulkerîm Umer ji bernameya Serdem a Televizyona me Ronahî TV re, ev mijar û di nave de, malbatên DAIŞ’î û awayê darizandina çeteyan gotûbêj kirin.

Umer dibêje;

” Rêveberiya Xweser ji aliyê NY ve hatiye naskirin û wê di destûra Sûrî de bê dupatkirin.”

Ebdulkerîm Umer: Divê dewletên Ewropayê bi berpirsyariya xwe rabin

Li herêmê, bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan di Kampa Holê de hene, ya dawî jî tirsnaktirîn deverên cîhanê ye û pêwistî bi gavine ber bi çav ji aliyê dewletên wan ve heye.

Ev dewlet bi behaneyên ku statuya herêmê nehatiye naskirin, xwe ji berpirsyariya hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î didin alî, lê li ser erdê, ev welat ku hinek ji wan cihê xwe di nava koalîsyona navnetewî de digirin, bi QSD’ê re şerê li dijî DAIŞ’ê dikin.

Ebdulkerîm Umer: Em bi gelek dewletan re ji bo dosya DAIŞ’ê dixebitin

Ebdulkerîm Umer da zanîn, ji bo Kampa Holê û darizandina DAIŞ’ê, wan dawiya sala 2019’an bi Saziya Enstatuya Ewropî ya Aştiyê re, bi alîkariya hin dewletan, peymanek pêk anî.

Ebdulkerîm Umer got:

“Ev peyaman li ser 3 xalan hatiye amadekirin.

Yek ji wan dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ye.

Ji bo dosya malbatên DAIŞ’î yên di Kampa Holê de jî, wê kampek nû ji bo wan bê avakirin û jinên pir radîkal û kêm-radîkal dûrî hev bixin.

Ji bo jinûveperwedekirina zarokan jî, hinek navendên perwerdeyê wê bên avakirin.

Her wiha zarokên temenê wan bûye 12 sal, wê dûrî kampê bixin û navendan ji wan re vekin.

Her wiha kesên ku bûna qurbanên terorê /malbatên şehîdan/ û birîndarên şer, wê ji aliyê razber û şênber ve bên qerebûkirin.

Di hefetya bê de, wê dest bi xebata li ser van hersê xalan bê kirin..

Ji ber vîrûsa demekê xebatên wan sekinîn, lê di vê dema dawî de dîsa xebat û diyalog bi peymangehê re dewam kiriye.

Civîna herî dawî jî, 12 dewletên Ewropî bi rêya onlinê Amerîka jî tê de, amade bûn.

Hinek dewlet jî di aliyê piratîkî de alîkariyê bi peymangehê re dikin”.

Ebdulkerîm Umer: Em ê 2021’an ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk asta xebatên xwe fireh bikin

Ebdulkerîm Umer Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew di çarçoveya xeta sêyemîn de li hemberî her cure astengî têdikoşin û teqez kir ku di sala 2021 de ew ê ji bo eşkerekirina sûcên Tirkiyê û bidawîkirina dagirkeriya wê li herêmê, asta xebatên xwe berfirehtir bikin.

Back to top button