Sûdan…di şerê êlan de 15 kes li Darforê hatin kuştin

Li herêma Darfor a Sûdanê, di encama şerê 2 êlan de 15 kes hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a Sûdanê li ser zimanê waliyê Darfor Mûsa Mihdî ragihand ku hikumeta Sûdanê wê jimareke mezin a hêza leşkerî li vê wîlayetê belav bike.

Li gorî ajansê, duh li devera Qerîda ya Darfor, li ser jêdereke avê, şer di navbera her du êlên Mesalît û Felate de derketibû û di encamê de 15 kes hatin kuştin û 34 birîndar bûn.

Heman çavkaniyê da xuyakirin ku di her du salên borî de, gelek caran şer di navbera her du êlan de derketiye.

Sala 2003 hêzên Sûdanê dest bi pêngavekê li dijî Darforê kir û di encamê de bi sed hezaran kes hatin kuştin, lew re dadgeha navdewletî, serokê berê yê Sûdanê Omer El-Beşîr, bi pêkanîna komkojiyê tawan kir.

Back to top button