Derya Remedan: Tirkiye ji berxwedana jina azad ditirse

Endama KNK-Rojava Derya Remedan girtina têkoşer Leyla Guven û bêdeniya navneteweyî ya li hember siyasetên dewleta Tirk şermezar kir. Derya Remedan anî ziman ku dewleta Tirk nikare vîn û berxwedana jina azad bişikîne, ew ê asta berxwedanê bilind bikin. 

AKP-MHP’ê siyasetên çewsîner û qirêj li dijî gel pêk tîne û siyaseta bêdengkirina tevahî pêkhateyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dimeşîne.

Ev siyaset herî zêde li dijî jinên têkoşer pêk tê û birîna cezayê 22 sal û 3 meh zindan li dijî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven vê siyaseta qirker baş raber dike.

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava Derya Remedan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji berxwedana jina azad ditirse, û got:

“Ji ber têkoşîna Leyla Guven a bênavber a ji bo yekîtiya Kurdan, dewleta Tirk ew girt.

Enqere nikare vîn û berxwedana jina azad bişikîne, em ê asta berxwedanê bilind bikin.”

Derya Remedan destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî tevahî parlamenter û rojnamegerên ku serî ji siyasetên çewsîner ên li Bakurê Kurdistanê re danaxin, disekine.

Derya Remedan: Bêdengiya navdewletî li hemberî siyaseta Tirkiyê rexne kir

Endama KNK-Rojava Derya Remedan dadgehên navneteweyî û civaka navneteweyî der barê çavgirtina li ser siyasetên dewleta Tirk ên li dijî parlamenterên Kurd li Tirkiyê, rexne kir û bêdeniya navneteweyî li hember siyasetên dewleta Tirk şermezar kir.

Back to top button