LI DIJÎ NAMZETIYA BÛTIFLÎQA YA CARA 5’AN GEL LI QADAN IN

Li Cezarirê, Serok “Ebid El-Ezîz Bûtiflîqa” li ser namzetiya xwe ya serokatiyê ji bo cara 5’an bi israr e.
Li dijî vê biryara Butiflîqa gel jî li qadanin.

Îro li paytexta Cezairê û gelek bajarên din, bi hezaran kes li dijî namzetiya Bûtiflîqa ya cara 5’an li qadan bûn.

Hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşandana gel a li paytexta Cezairê bombeyên rundikrêj bi kar anîn.

Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê li derora qesra serokatiyê û navendên hikûmetê hejmara xwe zêde kirin.

Her wiha gelek partiyên muxalif alîgirya xwe bi xwepêşandanên gel re nîşan didin.

Ev bêtirî hefteyekî ye ku xelkên Cezairê li dijî namzetiya Bûtiflîqa dadikevin qadan.

Bûtiflîqa jî ku ji sala 1999 ve serokê cezairê ye û bi temenê xwe yê 81 salî, li ser namzetiya xwe ya caran 5’an bi israr e.

Leave a Reply

Back to top button