Çeteyan gefa derxistina bi darê zorê li şêniyên Efrînê xwar

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, tevî hemû sûc û hovîtiyên xwe niha jî gefa derxistina bi darê zorê li şêniyên Şêrawa ya Efrînê dixwin.

Malpera Afrîn Post ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên xwe gef li şêniyên Şêrawayê xwarin ku ji malê xwe derkevin.

Çeteyan piştî sê heftiyan ji dorpêçkirina gundên Basofanê, Biyê, Birc Hêder, Kibaşîn û Beradê re, niha gefa derxistinê ji malan li şêniyan dixwin.

4’ê Kanunê, çeteyan gundên nav borî dorpêç kir û gelek sivîl revandin.

Yek ji wan jina bi navê Xezale Menan Hisên (45) revand û heya niha çarenûsa wê ne diyar e.

Li aliyê din li navçeya Raco çeteyan, 8 hezar darên zeytûnê yên şêniyên gundên Zerka û Kêla yên kocber bûne, desteser kirin.

Çeteyan ji bo karên çandiyê jî, şêniyên gund yên mane bi darê zorî bikar tînin.

Back to top button