“Divê civaka navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê bêdeng nemîne”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Lemîs Ebdullah bêdengiya Rûsya li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê rexne kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember van sûcan bêdeng nemîne.

Lemîs Ebdullah destnîşan kir “Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan dagirkirina Eyn Îsayê ye, ji ber ew li ser rêya M4 a stratîjîk e.”

Lemîs anî ziman “Dewleta Tirk peymanên bi Rûsya û Amerîkayê re ku garantorên agirbestê ne, pêk neanî û her du hêz qaşo garantor in jî li ser binpêkirina peymanê û sûcên li dijî sivîl, zarok û jinan bêdeng in.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herma Firatê Lemîs Ebdullah dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûc û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê bêdeng nemîne.

Back to top button