Rêjeya hejariya li iraqê gihiştiye ji sedî 40

Parlamenterê Iraqê Fazil Fetlawî ragihand ku rêjeya hejarî ya li Iraqê gihiştiye ji sedî 40.
Fazil got, wê ev rêje ber bi zêdebûnê ve biçe.

Tevî Iraq welatek xwedî çavkaniyên ser erd û bin erde jî, hejarî di astek bilindeye.

Parlamenterê Iraqê û endamê lijneya kar û barê civakî Fazil Fetlawî ji medyaya Iraqê re axivî û da zanîn ku li Iraqê rêjeya hejariyê gihiştiye sedî 40.

Fazil got, wana daxwaz kiriye di projeyasaya bûdçeya 2021’an de rewş li ber çavan were girtin û hinek biryar derbarê rewşa hejaran de were standin.

Fazil destnîşankir ku ew hewl didin mûçeyê çavdêrên civakî di projeya yasaya bûdçeyê de bicih bikin.

Back to top button