NETEWÊN YEKBÛYÎ YN:PÊWÎSTIYA KAMPA HOLÊ BI ALÎKARIYÊ HEYE

Netewên Yekbûyî diyar kir ku ji Kanûna 2018’an ve nêzî 45 hezar kes ji Baxoz û Hecîn ên Dêra Zorê hatine kampa Holê û banga alîkariyê kir.

Koordînasona Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî (OCHA) daxuyaniyek da, balkişand li ser rewşa mirovên ku ji Baxozê direvin û banga alîkairyê li civaka navnetewî kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Tenê hefteya derbasbûyî 13 hezar mirov, ku 90 ji sedî ji wan jin û zarok in hatine kampa Holê ya Hesekê.

Her wiha ji Kanûna 2018’an ve 45 hezar mirov ji herêma Baxoz û Hecin ên Dêra Zorê hatine kampa Holê.

sivîlên hatine kampê gelek ji wan rakirine nexweşxaneyê.

Kêmbûna xwarinê, kêmahiyên tibbî hene.

Divê bersiv ji pêdiviyên kampê re were dayîn.

Ji bo pêdiviyên kampa Hol û derdora wê û ji bo rizgarkirina jiyana kesên nû hatine, pêwîstî bi alîkariyê heye.

Weke lezgîn divê pêdiviyên tenduristî

Leave a Reply

Back to top button