Agir bi konê koçberan Sûrî yên li herêma miniyeh hate xistin

Li kampeke Libnanê ya koçberên Sûrî lê dimînin, agir bi kampê hate xistin.
Bi sedan koçberên li kampê ji ber şewatê neçarman ji kampê derkevin.

Di navbera Koçberên Sûrî yên li kampeke li herêma Miniyeh ya Libnanên dimînin û şêniyên herêmê de pevçûn derket.

Di êrîşê de sê kes birîndar bûn.

Di dema pevçûnê de komekê agir bi kampa koçberan xist.

Berdevkê Ajansa Koçberan a NY ragihand ku ji ber aloziya derketî 400 koçber neçarmane ji kampê birevin.

Koçber bi awayekî demkî li dibistan û otêlan hatin bicihkirin.

Di nava salên dawiyê de li herêmên kampên koçberan, êrîşên nîjadperestî zêde bûne.

Back to top button