Nasralah: Em ê tola Suleymanî û Fexrîzade hilînin

Lîderê Hizbulaha Libnanî Hesen Nasrelah diyar kir ku ewê êrîşên xwe yên li dijî Amerîka û Îsraîlê pêk bînin û heyfa Qasim Suleymanî û Muhsîn Fexrîzade rakin.

Hesen Nasrelah di roportajeke xwe ya li gel kanala El Meyadin ya Libnanî de careke din gef li Amerîka xwar.

Nasrelah diyar kir ku ewê tola Qasim Suleymanî û Muhsîn Fexrîzade ji Amerîka hilînin.

Nasrelah daxuyanirin ku ew dikarin li dijî her devereke Îsraîlê êrîşê pêk bînin û ev tişt anî ziman:

Hêza me heye ku balefirên Îsraîl yên bê mirov ku sînorê esmanî yê Libnanê derbas dikin, bikîn armanc.

Ji xwe gelek caran me ev yek jî pêk aniye.

Nasrela têkildarî aloziya navbera Hemas û serokê hikumeta Şamê Beşar El Esed de jî anî ziman ku, ev yek di hevdîtinên dawiyê de, heta astekê hatiye çareserkirin.

Li ser mijara hebûna çeteyên Ixwana Mislimîn yên li Sûrî jî, Nasralah îşaret bi Îranêkir û diyar kir ku ev mijar divê bi Îranê re were nîqaşkirin.

Back to top button