Komîteya şaredariyan a bajarê Hesekê plansaziya sala 2021 eşkere kir

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê civîna xwe ya salane pêk anî. Di civînê de plansaziya sala pêş hat derxistin.

Civîna salane li hola Senabil a li Hesekê hat li darxist.

200 delege, hevserokên Meclis, Deste û Komîteyan tevlî civînê bûn.

Di civînê de, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Piştî axaftinê rapora xebatên sala 2020`an hat xwend.

Dawiya civînê, komîteyê plansaziya sala 2021`an eşkere kir.

Li gorî plansazîyê wê bîrên li navçeya Zirganê û gundên girêdayî wê dê werin paqijkirin, projeya ronîkirina rêyên sereke û şaxî were avakirin, firin were vekirin û rêyên hinek gundan werin sererastkirin.

Wê stasyona Ezîziye û stasyona Xabûr bên xebitandin û projeya Firatê û gihandina avê ji stasyonên Elwe û Ezîziyê re were pêk anîn.

Back to top button