Parêzerê Rêber Ocalan Brahîm Bîlmez: Em ê serî li dadgeha qanûna bingehîn bidin

Parêzerê Rêber Ocalan Brahîm Bîlmez, da zanîn ku ji bo rakirina tecrîdê ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.
Brahîm Bîlmez destnîşan kir ku tekane çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyê bi rakirina tecrîda mutleq pêkan e, lewma pêwistî bi têkoşîneke gelemper dibîne.

Piştî redkirina bi dehan serlêdan, ji parêzerên Ocalan û parêzerê Baroya Hiqûqê ya Asrinê Brahîm Bîlmez, da zanîn ku ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.

Bîlmez destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê wekî taqîgehê tê bikaranîn, hemû pêkanîn pêşî li Îmraliyê tên ceribandin û piştre hêdî hêdî li Tirkiyê belav dibin.

Hîna faşîzma AKP-MHP’ê tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan didomîne, li dijî Tecrîdê jî têkoşînek mezin ji 27 Mijdarê ji aliyê berxwedêrên zindanan ve li dar e.

Brahîm Bîlmez anî ziman jî ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê, pêşî li ber agahîwergirtinê jî digire û bi tu awayî agahî ji muwekîlên xwe nagirin.

Brahîm Bîlmez: Bi têkoşîneke gelemper wê Ocalan azad bibe

Parêzerê Rêber Ocalan got:

“Piştî serlêdanên me hatin redkirin, me serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê da.

Li wir jî hat redkirin, niha em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.

Lê belê em dizanin rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Ocalan, ne bi rê û rêbazên hiqûqî, wê bi têkoşîneke gelemper azad bibe.”

 

Brahîm Bîlmez anî ziman ku sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyê tecrîd e, ji bo çareserkirina vê jî Birêz Ocalan xwedî roleke girîng e, lewam divê tecrîd bê rakirin.

Parêzerê Ocalan û parêzerê Baroya Hiqûqê ya Asrinê Brahîm Bîlmez bal kişand li ser belavbûna vîrûsa corona û ji bo rakirina tecrîdê ev bang li raya giştî kir ku di vî warî de hestiyar tev bigerin.

Back to top button