Piştî greva birçîbûnê zext li ser girtiyan zêdetir bûye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan dest pêkirî, di roja 33’an de ye û zextên li ser girtiyan hîna bêhtir zêde bûne. Her wiha çalakiya Gireva birçîbûnê ya Wargeha Mexmûrê jî di roja 12. de didome.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê di 27’ê Mijdarê de bi rengekî bêdem-dorveger dest pê kir, di roja 33’an de ye û çalakî bi koma 7’an dewam dike.

Rêveberiyên girtîgehan jî zextên li ser girtiyên di çalakiyê de, zêde kirine.

Herî dawî hate ragihandin ku li Girtîgeha Tarsûsê rêveberiya girtîgehê; xwê, şekir û lîmon nade girtiyên di greva birçîbûnê de.

Li Girtîgeha Kandirayê jî, li odeyên girtiyên siyasî, roja destpêkirina greva birçîbûnê lêgerîn hate kirin û alavên girtiyan ên taybet hatin desteserkirin.

Li Girtîgeha Alanyayê, li jinên ku greva birçîbûnê dewam dikin, cezayê dîsîplînê hate birîn, girtî dema ku bi telefonê qala binpêkirina mafên mirovan dikin, yekser telefona wan tê birîn.

Li Rihayê jî greva birçîbûnê li gel gef û metirsiya vîrûsa Coronayê dewam dike.

Tevî ku hejmara nexweşên bi vîrûsê zêde dibin jî, test ji wan re nayên çêkirin.

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kirî û vir ve, zext zêde bûne.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê, heta tecrîd bi dawî bibe ew bi biryar in çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê di roja 12. De ye

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan, di 18’ê Kanûnê de dest pê kir li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 12’an de ye.

Back to top button