Balafirên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Pîra yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Pîra yê li rêzeçiyayê Şîrîn yê Herêma Barzan, bombebaran kirin.
Bombebaran danê sibehê pêk hatiye û heya niha ziyanên wê nayê zanîn.
Balafirên dagirker şeva borî jî, gundê Bankê Jîrên ê navçeya Zaxo kir armanc û di encamê de, ziyan gihan xaniyên şêniyên gund.