Şandeyeke Iraqî bo rawestandina gefên alîgirên Îranê li ser ewlehiya Iraq û baregehên Amerîkayê, gihîştiye Tehranê.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ji aliyê xwe ve nûçeya çûyîna şandeyê ranegihandiye.
Lê li gorî agahiyan, şandeyeke payebilind bi serpereştiya Ebû Cîhad El-Haşimî, (rêveberê serokwezîrê Iraqî yê berê) bi erka peyamdanê li Îranê ye.
Serdana şandeyê hemxwestî nêzbûna salvegera kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Silêmanî tê.
Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên Iraqî da xuyakirin ku hin çekdaran, mûşekên Grad veguhastine Taxa El-Meamil a Bexdayê, da şeva sersalê herêma Kesk a ku balyozxaneya Amerîkî lê ye, armanc bikin.
Ji xwe piştî kuştina Qasim Silêmanî, bi dehan car çekdarên bi ser Îranî ve, Balyozxaneya Amerîkî armanc kiriye.