5 sal û 10 meh girtin li çalakvana mafên mirovan Lojeyn El-Hzlol hate birî

Zext û binpêkirinê li dijî mafên jinan li Siûdiyê zêde dibin. Dadgeha Siûdiyê li çalakvana mafên mirovan Lojeyn El-Hzlol 5 sal û 10 meh cezayê girtinê birî.

Lojeyn El-Hzlol di 31’ê Tîrmeha 1989’an li Siûdiyê hatiye dinê.

Lojeyn çalakvaneke mafên mirovan e û gelek çalakî ji bo bidestxistina mafên jinan li Siûdiyê li darxistiye.

Lojeyn çend caran ji ber ku li dijî qanûna Siûdiyê ya qedexeya ajotina jinan ji erebeyan re derketibû, hat girtin û piştra hatibû berdan.

Herî dawî tevî 7 kesan di 18’ê Gulana 2018’an de ji aliyê dewleta Siûdî ve hat girtin.

Gelek rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî diyar kirin ku divê rayedarên Siûdî Lojeyn berdin ji ber ku girtina wê li dijî mafên mirovane.

Lojeyn El-Hzlol li dijî zextên li girtîgehan û binpêkirinên mafan di 27’ê Cotmeha 2020’an de dest bi girava birçîbûnê kir.

Dadgeha Siûdî bi bohaneyê li dijî dewletê kar dike, di 28’ê mehê de biryara 5 sal û 10 meh zindan li Lojeyn birî.

Malbata Lojeyn da zanîn ku biryar bi armanceke siyasî hatiye girtin.

Li aliyek din jî Wezareta Derve ya Fransa banga serbestberdana bilez ji bo çalakvana mafê mirovan Lojeyn El-Hzlol kir.

Back to top button