QSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Eyn Îsayê daxuyaniyek da û ragihand ku êrîşên artêşa Tirk yên 27 û 28’ê Kanûnê hatin şikandin.
Hêzên Sûriya Deokratîk QSD’ê derbarê êrîşên dawî ên dewleta Tirk li ser Eyn Îsayê daxuyaniyek da.
QSD’ê ragihand ku 27’ê Kanûnê çeteyan li hemberî gundên Mişêrfa û Cehbel bi desteka balafirên bêmirov êrişeke berfireh kirin.
Di vê êrişê de derdora Eyn Îsayê û gundewarên wê bi dijwarî hatin topbarankirin.
QSD’ê anî ziman ku di encama bersivdayina şervanên wan de êrîşên 27 û 28’ê Kanûnê bê encam man û hatin şikandin.
QSD’ê diyar kir ku di encama wan pevçûnan de, di nav de endamên Lîwa El-Şimal El-Demokrat, 5 şervan şehîd bûn.