Yekîtiya Jinên Êzidî yên Efrînê girtina Leyla Guven şermezar kir

Yekitiya Jinên Êzidî yên Efrînê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kirin û destnîşan kirin ku armanca girtinê şikandina vîna jinan e.

Daxuyanî li navçeya Ehdasê ya li Şehbayê bi tevlibûna endamên Yekitiya Jinên Êzidî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de girtina Leyla Guven hat şermezar kirin û gotin, ”Leyla Guven mînaka jinên azad e”.

Hat gotin ku dewleta Tirk bi girtina Leyla Guven dixwaze vîna jinên Kurd bişkîne.

Jinan bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez li dijî van kiriyaran bikevin nava liv û tevgerê.

 

 

 

Back to top button