DI 20 ROJAN DE 9 HEZAR KES JI BAXOZÊ HATIN DERXISTIN

Şervanên QSD’ê ji bo parastina ewlekariya sivîlan oparasyonên xwe bi baldarî pêk tîne.
Herî dawî şervanan ji bo derba dawî li çeteyan bide sivîlên ku li Baxozê mabûn derxistin û birin cihên bi ewle.
Li ser banga şervanan gelek çeteyan jî xwe radest kirin.
Di nava 20 rojan de 9 hezar kes ji Baxozê derketin.
Ku beşek mezin ji van çete û malbatên wan bûn.

Şervanên QSD’ê ji Baxozê di navbera 9’ê Sibat û 1’ê Adarê de 9 hezar sivîl ku piraniya wan çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan in derxistin.

Piştî xweradestkirina beşek ji çeteyan û derxistina sivîlan, şervanên QSD’ê li dijî DAÎŞ’iyên ku teslîm nebûn operasyon da destpê kirin.

Hate diyarkirin ku li Baxozê beşek DAÎŞ’iyên biyanî ku nexwestin derbikevin xwe ji bo şer amade dikin.

Li gorî agahiyan hejmara wan nêzî hezar û 500’î ye.

Ev çeteyên ku sivîl ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar di anî balkêşe ku di çend rojên dawiyê de ji derketina sivîl û çeteyên xwe re bêdenge.

Li gorî agahiyên ji fermandarên QSD’ê hatine wergirtin, beşek mezin ên li Baxozê mayîn çeteyên ji Rojhilata Dur, welatên Ewropa, Çeçenistan û Tirkiyê beşdarî DAÎŞ’ê bûne pêk tê.

Beriya niha dema ku çeteyên DAIŞ’ê ji Baxozê derdiketin televsiona me jî ev yek belge kiribû.

Leave a Reply

Back to top button