Çavuşoglu: Cezayên Amarîka êrîşeke li dijî serweriya mafê me ye

Wezîrê Karê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya li Rûsyayê de êrîşî Amerîka kir û got, Cezayên Amerîk li dijî serweriya mafê meye û bi vê yekê wê nekarin bi me gavan paşde bidin avêtin.

Mevlut Çavuşoglu ji bo berşdarî civîna 8. a Koma Plana Staratejik a Hevpar ya Tirkiye-Rûsyayê bibe, çû Rûsyayê.

Çavuşoglu piştî merasîma îmzekirinê bi hempîşeyê xwe yê Rûsya Sergey Lavrov re civiya.

Wezîrê Karê derve yê dewleta Tirk cezayên Amerîka yên di çarçoveya CAATSA’yê li ser Tirkiyê hatî ferzkirin de bertek nîşan da û wiha got:

Ceza ji aliyê kêve û li ser kê were pêkanîn em li dijberî wê ne.

Ceza wê nekarin pirsgirêkan çareserbikin.

Lavrov: Wê xebatên me yên leşkerî-teknîkî li gel Tirkiyê bidomin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî piştevaniya xwe ya ji bo Tirkiyê anî ziman û cezayên Amerîka li ser Tirkiyê bi bêqanûnî binav kir.

Lavrov got, ewê li gel Tirkiyê xebatên xwe yên leşkerî-teknîkî yên hevkariyê bidomînin.

Back to top button