
Ji bo pîrozkirina cejina xurstiyanan şandek ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê serdana dêrên xuristyanan yê li bajarê Hesekê kirin
Şande ji şêwirmendê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Rêzan Gulo û Endamê buroya şêwirmendê Giştî yê QSD’ê Mensûr Hac Mensûr pêk hat.
Li dêrê şande ji aliyê Rêberê olî yê Suryanî EL-Monîsor Şem’î ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de Rêberê olî yê Suryanî EL-Monîsor Şem’î diyar kir ku ew gelekî ji serdanana şandeyê kêfxweşin.
EL-Monîsînîor Şem’î bi bîr xist ku QSD’ê gelek dever û bajar ji çeteyan rizgar kirin û girinî da hemû pêkhatiyan.
Di dawiyê de şêwirmendê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Rêzan Gulo got wê serdana wan du rojan berdewam bike û cejin li hemû pêkhateyan pîroz kir.