Fransa bang li Hefter kir ku hêza xwe hemû bide çareseriyeke siyasî

Fransa bang li Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter kir ku ji bo careke din şer li herêmê pêk neyê, hemû hêza xwe bide çareseriyên siyasî.

Berdevkê wezaret Derve ya Fransa di daxuyaniya xwe ya doh weşandî de wiha got:

Ji bo Lîbya leşkerî nabe çareserî.

Ya despêkê derketina hêzên paramilîter û biyanî ji welatin.

Her wiha pêkanîna biryara NY ya agirbestê ku 23 Cotmehî ragihandî ye.

Fransa daxwaz kir ku alî ji bo hilbijartina 24’ê Kanûna 2021’an xwe amade bikin û li gorî wê tevger bikin.

Aliyên şer yên Lîbya 6 dîl pevguhertin

Di vê navberê de doh cara duyemîn di navbera Artêşa Nîştîmanî û hikumeta Wîfaqê de pevguhertina dîlan pêk hat.

Artêşa Nîştîmanî ji bo 5 sivîl werin berdan, leşkerekî Wîfaqê serbest berda.

Pevguhertina dîlan bi rêya Komîteya Leşkerî ya hevbeş li herêmeke 417 km durî başûrê Trablusê pêk hat.

25’ê Kanûnê jî 48 dîl bi hev hatibûn guhertin.

Back to top button