SERLÊDANA MALBATA OCALAN CARA 794’AN HAT REDKIRIN

Malbata Rêber Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Lê serlêdana wan cara 794’an jî hat redkirin.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê bikin bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan.

Lê serdozgerê Komarê yê Bûrsaye dîsa serlêdana malbatan red kir.

Hevdîtina malbata Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê ji 11’ê Îlona 2016’an ve tê redkirin.

Herî dawî birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan di 12’ê Çileya 2019’an de hevdîtinek kin bi qasî 15 deqeyan bi Rêber Ocalan re pêk anîbû.

Leave a Reply

Back to top button