Azerbeycan: Jimara leşkerên me yên hatîn kuştin 2823

Encama şerê li herêma Qerebaxa Çiyayî piştî rawestandina şer a nêzî 2 mehan nû eşkere dibe.
Di encama şerê li herêmê de, nêzî 3 hezar leşkerên Azerbeycanê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê encama şerê 27’ê Îlonê ku li herêma Qerebaxê navbera wan û Ermenîstanê de despêkirî û 10’ê Mijdarê bi ragihandina agrbestê bi dawî bûyî nû kir.

Beriya niha wezaretê ragihandibû 2 hezar û 802 leşkerên wan hatine kuştin.

Piştî lêgerîneke li herêmê û eşekrebûna nasnameyan re derket holê ku jimara leşkerên Azerî yên hatine kuştin 2 hezar û 823 kesin.

Heta niha nasnameya zêdeyî 50 leşkeran jî nehatiye zanîn.

Ji bo 30 leşkerên ku windane xebatên lêgerînê didomin.

Wezaretê cenazeyên leşkerên ku veşartine jî bi raya giştî re parve kir.

Di encama şerê 44 rojan li herêma Qerebaxa Çiyayî de, 5 bajar, 4 navçe û 286 gund ji hêzên Ermeniyan hatin standin û ketin bin kontrola Azeriyan.

Her wiha li gorî peymanê artêşa Ermenî 20’ê Mijdarê ji Axdam, 25’ê ji Kelbecer û 1’ê Kanûnê jî ji Laçîn derketin.

Back to top button