Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê sûcê şer pêktê, hêzên navdewletî bêdengin

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûrî, Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer pêk tîne, cîhan jî li hember sûcên dewleta Tirk bêdeng e. Şêxo bang li hêzên navdewletî kirin li hember diziya şûnwaran, kuştin, talan û revandina sivîlan bêdeng nemînin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn Sûrî Îbrahîm Şêxo derbarê hovîtiya dewleta Tirk a ku di sala 2020’an de li heremên dagirkirî taybet jî Efrînê pêk aniye, ji televîzyona me re axivî.

Îbrahîm Şêxo daxuyakirin ku dewleta Tirk di sala 2020’an de hemû rengên binpêkirinê li Efrînê pêkaniye.

Îbrahîm Şêxo balkişand li ser rapora komîteya navdewletî ya lêgerîna heqîqetê û diyar kir ku li Efrînê di sala 2020’an de sûcê şer pêkhatiye.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn Sûrî dazanîn ku li Efrînê di sala 2020’an de bi sedan kes hatin kuştin bi sedan jî hatin revandin.

Îbrahîm şêxo: Ola Îslamê li Êzidî û elewiyên Efrînê tê ferzkirin

Îbrahîm Şêxo diyarkir ku dewleta Tirk di sala 2020’an de bi hezaran darê zeytûnên ku nasnameya Efrînê ye birî û bi hezaran teneke zeyta Efrînê jî firot welatên derve.

Şêxo balkişand li ser êrîşên çeteyên Tirkiyê li ser civaka êzîdî û elewiyên efrînê û daxuyakirin ku çete ola îslamê li baweriyên cûda ferz dikin û hêzên ku behsa parastina kêm olan jî dikin li hemberê van kiryaran bêdengin.

 

Şêxo bang li hêzên navdewletî kir ku li hember sûcên şer ên dewleta Tirk bêdeng nemînin û zûtirîn demê de, mûdaxale bikin da ku Efrînî vegerin cih û warên xwe.

Back to top button