Li Idlibê 3 leşkerên Rûsî birîndar bûn

Îşev, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 3 leşkerên Rûsî di êrîşeke a li djî erebeyên wan li rojhilatê Idlibê de, birîndar bûn.

Cîgirê serokê navenda rûsî ya lihevanînê ya li Sûriyê Vyacheslav Sitnik di civîneke çapemeniyê de, diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk moşekên li dijî tankan avêtin erebeya veguhastina endamên girêdayî hêzên Rûsyayê.

Di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

Vyacheslav Sitnik destnîşan kir ku birîndar yekser rakirina nexweşxaneya leşkerî, da ku werin dermankirin û tu xeterî li ser tenduristiya wan tune ye.

Back to top button