Li Kirwatiya erdhejek bi pileya 6.4 li gorî pîvana Rexterê rû da û li gorî raporan 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
Erdhej li bajarokê Bitrînya yê li nîva welêt rû da û ziyaneke mezin gihîşt avahiyan.
Piştî erdhejê, serokwezîrê Kirwatya serdana vî bajarokî kir û eşkere kir ku di nava qurbanan de, zarokeke 12 salî heye.
Her wiha hat ragihandin ku li bajarokê Gilîna jî 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî waliyê Bitrînya, hema nîvê bajarok rûxiyaye û xelk ji bin kavilan tên kişandin.