MECLÎSA DAGIRKERIYÊ LI NAVÇEYA ŞERA DEST BI JIMARTINA XANÎ Û ZEVIYÊN ŞÊNIYAN KIR

Kirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê rojane bi rê û rêbazên nû didome.
Li navçeya Şera meclîsa ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, dest bi jimartina xanî û zeviyên şêniyên navçeyê kir.
Bi vê gavê, wê hemû mal û milkên şêniyan li nivîsgeha xanî û zeviyan a dagirkeriya Tirk were tomarkirin û ji aliyê wê ve were kontrolkirin.
Li navçeya Bilbilê jî, malbatên çeteyan li dijî meclîsa dagirkeriyê xwepêşandanek li dar xistin.

Dewleta Tirk a dagirker kirinên xwe li Efrînê dewam dike.

Vê carê jî meclîsa ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li navçeya Şera hatiye damezrandin, dest bi jimartina xanî û zeviyên navçeyê kir.

Heman meclîs hewl dide mal û milkên şêniyên Efrînê li nivîsgeha ku bi vê armancê vekirine, tomar bikin.

Tê zanîn beriya 2 mehan nivîsgehên jimartina xanî û zeviyan li her navçeyekê ji aliyê meclîsên dagirkeriya Tirk hatin vekirin.

Bi vê gavê, dagirkeriya Tirk hewl dide mal û milkên şêniyên Efrînê talan bike.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker soza xaniyekî û 200 darên zeytûnê dabû her malbateke çeteyan.

MALBATÊN ÇETEYAN LI DIJÎ MECLÎSA DAGIRKERIYÊ YA NAVÇEYA BILBILÊ DERKETIN

Li aliyekî din, malbatên çeteyan yên li navçeya Bilbilê bi cih bûne, duh li dijî meclîsa navçeyê xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanê de sloganên li dijî meclîsa navçeyê û serokê wê hat rakirin.

Xwepêşandan jî bi bihaneya netemsîlkirina çeteyan di meclîsê de hat lidarxistin.

Ji xwe 27 Îlona 2018’an li navçeya Mabata xwepêşandanek bi vî rengî ji aliyê çeteyan ve hate lidarxistin.

16 Mijdara 2018’an jî li navenda bajarê Efrînê jî bi bihaneya cudakirina xort û keçan di hundir dibistanan xwepêşandanek hat lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button