Li Xaneqînê, sivîlek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Li Xaniqînê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, sivîlek hat kuştin û yek jî birîndar bû. 

Çeteyên DAIŞê duh di saetên şevê de, êrîşî gundê Um Hunte yê bajarokê Gulale yê bi ser Xaniqînê ve, kir.

Rêveberê Asayîşa bajaroka Kokis Şemal Ebdulrehman diyar kir ku DAIŞ’ê ji du aliyan ve, êrîşî gund kir û şer bi qasî 10 deqan dom kir.

Şemal Ebdulrehman eşkere kir ku di encama êrîşê de, welatiyê bi navê Omer Fazil hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Diyalayê, çeteyekî DAIŞ’î hat kuştin

Îro jî, hêzên Ewlehiya Iraqî ragihand ku hêzên wan li parêzgeha Diyalayê, çeteyekî DAIŞ’ê ku xwe amede kiribû di roja Serê Salê de, teqîneke xwekuj pêk bîne, hat kuştin.

Back to top button