Li Nîjeryayê di encama êrişên çeteyên Boko Haram de, leşker jî di nav de; zêdeyî deh xebatkarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên Nîjeryayê, bi daxuyaniyekê ragihand “Li eyaleta Borno ya li bakur-rojhilatê welêt ku li ser sînorê Kamerûnê ye û çeteyên Boko Haram lê çalak in, du êrişên cuda pêk hatin.”
Li gorî agahiyan, herî kêm 7 endamên nêzî hikumetê Babakûra Kolo di encama teqîna mayineke çeteyên Boko Haram de jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar in.
Ajansa AFP jî li gorî çavkaniyên xwe, ragihand ku êrişeke din a bi mayinan li sînorê Kamerûnê pêk hat û herî kêm 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da.